Li gorî Berlînê êrîşên bi roketan a Hemasê ‘êrîşên terorîstî’ ne

Berdevkê hikûmeta Elman Steffen Seîbert ji bo êrîşên roketan ên Hamas ên ji bo Îsraîlê got; ‘êrîşên terorîstî’ û diyar kir ku ‘mafê parastina rewa’ ya Îsraîlê heye.

Hikûmeta Elmanya, bersivdayîna Îsraîlê ya ji bo êrîşên Hemasê diyar kir ku ‘mafê parastina rewa’ ye.

Berdevk Seîbert ê di civîna çapemeniyê de axivî got: “Êrîşên terorîstî ne ku yekan e armanc bê ku cudahî bike, bi awayekî kêfî mirovan bikujin, tirsê ava bikin.” Seîbert diyar kir ku hikûmeta Merkel ‘li hember êrîşan mafê parastina rewa ya Îsraîlê heye’ parast.

Li aliyê din rêveberiya Çînê DYE ji ‘jinedîtina êşên Filistîniyan’ sûcdar kir. Çîn a ku wê vê mehê serokatiya Konseya Ewlekariya NY’yê bike, di saziya NY’yê de helwesta xwe ya li gel mafê parastina Filistîniyan bikar anî.

Berdevkê Karê Derve yê Çînê Haû Chûnyîng got: “DYE ji bo mafê Misilmanan fikarên xwe dubare kir, lê êşên Filistîniyan ji nedîtî ve tê. Divê DYE bikeve ferqa wê yekê ku mafê jiyanê ya Filistîniyan jî bi nirx e.”

Ji Roja Duşemê û vir ve di navbera Hamas û Îsraîlê der şerekî dijwar rû dide. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de heta niha 119 kes mirine, 830 kes jî birîndar bûne. Ji aliyê Îsraîlê jî 7 kes mirine.

Li Şerîa Rojava ji roja Duşemê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 5 kes mirine.