Wezîrên Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Rûsyayê, di civîna bilind a Konseya Arktîkê de li paytexta Îzlanda Rejkjavikê doh li hev rûniştin û têkildarî 'hevkariya' navbera herdu welatan peyam dan. Piştî hevdîtina wezîrê DYE'yê Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin.
Antony Blinken li konferansê axivî û got, "Li gorî vîzyona me, eger rêveberên Rûsya û DYE hevkariyê bikin, wê cîhan hîn ewle bibe." Blinken diyar kir ku yekane şertê vê jî ew e ku Rûsya bi polîtîkaya 'êrişkariyê' tevnegere.
Sergey Lavrov jî destnîşan kir ku eger 'danûstandin ji dil' bin, wê karibin 'bêîstîsna hemû mijaran' nîqaş bikin.
Dema ku herdu wezîr li hev rûniştin, daxuyanî hate dayin ku pêkanîn wê li ser xeta gaza xwezayî ya Rûs a ber bi Ewropayê ve Nord Stream 2 neyê ferzkirin.