Li Maliyê mayin teqiya: Herî kêm 16 sivîl mirin
Li Maliyê ku bi êrişên çeteyên Îslamî yên tundrew her di rojevê de ye, mayinek teqiya. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li Maliyê ku bi êrişên çeteyên Îslamî yên tundrew her di rojevê de ye, mayinek teqiya. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, li bajarê Gao yê li bakurê welêt, ku şêniyên wê berberî ne, wesayiteke sivîlan pê li mayinekê kir. Di bûyerê de herî kêm 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Nehate zanîn ku mayin ji aliyê kê ve hatiye danîn. Di êirşê de gelek kes birîndar bûn.
Malî ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, ji sala 2012'an ve bi êrişên komên ser bi El Qaîdeyê di rojevê de ye. Komên radîkal darbeya leşkerî ya sala 2012'an ji xwe re kirin firsend û bakurê welêt ku piraniya şêniyên wê Berberî ne, xistin destê xwe.
Piştî ku Fransayê di sala 2013'an de leşker şand herêmê, di operaysonên hevpar de herêm ji destê komên Îslamî yên tundrew hatibû derxistin. Lê belê tevî vê yekê jî êrişên çeteyan dewam dikin.