Li Kolombiyayê hikumet li dijî gel li pişta polîsan e

Gelê Kolombiyayê ku bi çend hefte ne li dijî hikumetê li ber xwe dide, dixwaze ku polîsên bi dehan kes qetil kirine bê reformekirin.

Li Kolombiyayê, xwepêşandanên li dijî projeya bacê ya Serokdewletê rastgir Îvan Dûqûe veguherîbû berxwedaneke mezin.

Dûqûe ku li gorî peymana aştiyê ya bi gerîlayên FARC'ê re tevnagere, li dijî xwepêşandanên ku 28'ê Nîsanê dest pê kirin, polîs xiste dewrê û di encamê de gelek xwepêşandêr da qetilkirin. Hate ragihandin ku herî kêm 42 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin. Di dema berxwedanê de zêdeyî hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Li vî welatî, ku ji sedî 43 ê şêniyan di bin sînorê xizantiyê de ne, piraniya kesên ku di xwepêşandanan de hatin kuştin bi fîşeka polîsan hatin kuştin. Li gorî saziya civaka sivîl a bi navê Temblores, polîsan herî kêm 40 kes qetil kirin. Bi dehan dîmenên li ser komkujiyên polîsan di medyayê de hatin weşandin. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navnetewyeî peyamên şermezarkirinê weşandin.

CIWAN NATIRSIN

Hikumeta rastgir ku aştiya salên dawî ji bo tepisandina nerazîbûna civakî bi kar tîne, qebûl nake ku çekên di destê polîsan de kêm bike. Ji bo hinceta vê ykeê jî îdîa dike ku mafyayên narkotîk û madenê hîn jî gelekî xurt e. Lê di bingeha vê de, hewldana ji bo tepisandina nerazîbûna civakî heye.

Ji profesorên Zanîngeha Javerîanayê Lûîs Felîpe Vega diyar kir, ku ciwanên ku dema herî giran a şerê navxweyî nedîtin, di demên herî giran de ji artêşê û polîsan natirsin. Vega destnîşan kir ku ji dîmenên dema dawî jî tê fêhmkirin ku ciwanan êdî tirs ji ser xwe avêtine.

DADGERÎ DIXWAZE KU POLÎS BÊ REFORMEKIRIN

Li pêşbeî daxwazên gel, li dijî komkujiya bi destê polîsan, hem gel hem jî hin sazî dibêjin ku êdî divê polîs bê reformekirin. Di xwepêşandanên dawî de jî dirûşmên "Ev polîs êdî ne polîsê me ye" hatin qîrîn.

Piştî bûyerên ku bi hezaran kes birîndar bûn, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, Dadgeha Bilind bi daxuyaniyekê cih da van daxwazan. Dadgehê destnîşan kir ku bi taybetî yekîneyên polîsan ên êrişî bûyerên civakî dikin bên reformekirin. Lê belê tevî ku bi dehan kes bi zanebûn hatin kuştin jî hîn tenê li dijî sê polîsan bi tenê lêpirsînê dest pê kiriye.