Derbarê Trûmp Organîzatîonê lêpirsînek hate destpêkirin

Derbarê Trûmp Organîzenatîonê lêpirsîneke cezayî hate destpêkirin. Di vê organîzasyonê de bi sedan şîrketên nêzî serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp û xizmên wî hene.

Dozgerê Eyaleta New Yorkê Letîtîa James diyar kir ku derbarê Trûmp Organîzatîon a malbata Trûmp lêpirsîn dane destpêkirin.

Berdevkê dozger Fabîen Levy got “Tevî dozgerê Manhattanê derbarê Trûmp Organîzatîonê em di warê ceza de lêpirsînê dimeşînin.”

Bi sedan şîrketên nêzî Trûmp û xizmên di bin banê vê organîzasyonê de hene. Otel, şîrketên emlakê û qadên golfê jî di nav vê organîzasyonê de hene.

Li gorî nûçeyên çapemeniya DYE Mîchale Cohen ê ku parêzerê berê yê Trûmp e di sala 2019’an de ji bo ku Donald Trûmp sûdê ji daşikandinên bacê û şertên krediyê yên bi avantaj werbigire, derbarê mal û milkan bi qestî agahiyên şaş daye. Li ser van îddîyan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev lêpirsîna li ser mûltî-milyarder derbarê xwarina bacê, sixtekariya di sîgorta û hesabên bankayê de ye. Ev lêpirsîn li ber Juriya Mezin bi awayekî veşartî didome.