Li Şîlî 14 milyon kesî dengê xwe dan
Li Şîlî 14 milyon kesî, ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî û meclîsa ku wê destûra nû ya bingehîn binivîsîne, dengê xwe dan.
Li Şîlî 14 milyon kesî, ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî û meclîsa ku wê destûra nû ya bingehîn binivîsîne, dengê xwe dan.
Piştî çalakiyên şermezarkirinê yên ku Cotmeha 2019'an dest pê kirin, biryar hate dayin ku destûra bingehîn a di dema dîktatoriya Pinochet de hatiye nivîsandin a navbera salên 1973 û 1990'î bê guhertin û ji bo vê jî meclîsek ji 155 kesî bê ava kirin. Ji bo hilbijartina vê meclîsê 14 milyon hilbijêrên Şîlî dengê xwe dan. Xelkê Şîlî di heman demê de rêveberên xwecihî, walî û qeymeqam jî hilbijart.
Dengdana ku di encama referandûma 25'ê Cotmeha 2020'î de hate kirin.
Hilbijartina meclîsa ku wê destûra bingehîn a nû binivîsîne, li cîhanê gaveke nû ye. Biryara li ser vê yekê jî piştî çalakiyên şermezarkirinê yên Cotmehah 2019'an hate dayin.
Ji şêniyên Şîlî 14 milyon kesî pêr û doh dengê xwe dan û di nava 1373 namzetan meclîsa ji 155 kesî hilbijart.
Profesorê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Diego Portales Claudio Fuentes got, "Ev hiblijartin wê pêşengiyê ji destûra bingehîn re bike ku di 40-50 salên bê de pêşengiyê ji me re bike."
Destnîşan kir ku ev dengdan dengdana herî girîng a 31 salên pêvajoya siyasî ye û dikare "Şîliyeke nû" biafirîne.
Carmela Urquiza ya 62 salî ya ji Santiagoyê jî ev dengdan weke rizgariya ji Pinochet pênase kir.