CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji Gomayê 400 hezar kes hatin veguhestin
Ji bajarê Goma ya Komara Kongo ya Demokratîk li gel aktîfbûna çiyayê şewatek ê Nyîrangongoyê re, hejmara kesên hatin veguhestin gihişte 400 hezar kesî. -
Elmanyayê qirkirina li Namîbyayê nas kir
Hikumeta Elmanyayê qebûl kir, ku di dema destpêkê ya mêtingeriyê de li Namîbyayê li dijî gelên Herero û Namasê "qirkirin" kiriye. Elmanya wê ji bo alîkariya bi pêşvebirina herêmê zêdeyî milyarek Euro alîkariyê bide. -
Neteweyên Yekbûyî wê li sûcên şer ên navbera Îsraîl û Hamasê bipirse
Hefteyek piştî ragihandina agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kiriye. -
Biden: Hêzên li Eritre û Amharayê divê ji herêma Tigreyê vekişin
Serokê DYE'yê Joe Biden bang li hêzên Eritre û Amharayê kir, ku ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin. Her wiha diyar kir ku ji bo pêşî li birçîbûneke giştî bigire, wê ji bo gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo herêmê bibe alîkar. -
Macron li Rûandayê got ‘Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim’
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron hate Rûandayê. Di sala 1994’an de rola Fransayê di qirkirina Rûandayê de hebû. Macron got “Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.” -
Li Kongoyê bi deh hezaran kes ji ber volkanê Nyirangongo direvin
Rayedarên bajarokê Gomayê yê li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk ferman dan, ji ber metirsiya herikîna lav ji Volkanê Nyiragongê, ferman dan ku beşek ji bajêr bê valakirin. Bi deh hezaran kesî malên xwe terikandin û reviyan. -
Azerbaycanê 6 leşkerên Ermen dîl girt
Li gorî daxuyaniya artêşa Ermenistanê, 6 leşkerên Ermen ên ku li ser sînor 'karê endezyariyê' dikirin, ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve dîl hatine girtin. -
Bahoza Yaasê: Herî kêm 9 kes mirin bi sed hezaran kes bêmal man
Li rojhilatê Hindistanê ji ber bahoza Yaasê li Hindistanê 4 kes û li Bangladeşê jî 5 kes mirin. Hate ragihandin bi sed hezaran kes jî bêmal mane. -
Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de Yekîtiya Ewropa û Lîbya hişyar kir
Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê ku pratîka xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. -
Li Kalîforniya êrîşa bi çek: 8 kesî jiyana xwe ji dest da- NÛ BÛ
Di êrîşa li bajarê San Jeso ya eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê pêk hat de, 8 kesî jiyana xwe ji dest da -
Li Maliyê di neh mehan de 2 darbe: Serokkomar û serokwezîr îstîfa kirin
Li Maliyê serokkomar û serokwezîrê hikumeta demdemî piştî ku ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, îstîfa kirin. -
Li navendeke ya petrokîmya ya Îranê teqîn: Kesek mir
Di teqîna li navndeke ya petrokîmya ya dikeve başûrê Îranê de, kesek mir. -
Li Bexdayê xwepêşandana li dijî hikumetê didome
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye protestoyên li dijî hikumetê kete roja diduyan. Ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşander mirin û 26 xwepêşander jî birîndar bûn. -
Rûhanî bang li Hamaney kir ku 'zêdetir reqabatê'' bike
SerokkomaRê Îranê Hasan Rûhanî ji bo 'zêdetir reqabetê' ya ji bo hilbijartinên serokkomariyê bang li lîderê dînî yê Îranê Alî Hamaney kir. -
Li Maliyê artêşa ragihand ku darbe kiriye
Li Maliyê serokê dewletê, serokwezîr û wezîrê parastinê yê 19’ê Tebaxa 2020’ê piştî darbeya leşkerî ya artêşê kir û şûnde ji aliyê artêşê ve hatin erkdarkirin, piştî duh ji aliyê leşkeran ve birin qişlayê, artêşê ragihand ku darbe kirine. -
Yekîtiya Ewropayê qada hewayî li Belarûsê girt
Piştî ku Belarûsê balafira ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Mînskê danî û rojnamevanekî muxalîf ê li balafirê destgîr kir, Yekîtiya Ewropayê qada hewayî li vî welatî girt. -
Li Maliyê darbe
Li Maliyê piştî ku hikumet hate avakirin serokê dewletê û serokwezîr ji aliyê leşkerên ku 8 meh berê darbe kiribûn, xistin leşkergeheke nêzî Bamakoyê. -
Nêzî hezar zarokên ji Fasê li bajarê Ceutayê li benda serlêdana penaberiyê ne
Nêzî hezar zarokên li bajarê Ceuta yê Spanyayê, li benda serlêdana ji bo penaberiyê ne. -
CPJ'ê xwest rojnamevanê muxalîf ê Îranî bê berdan
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji rayedarên Îranî xwest ku rojnamevan Necef Mehdîpoûr ê ku weke Kaveh tê naskirin, tavilê berde. -
Serokkomarê Iraqê: 150 milyar dolar hatiye revandin!
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ji sala 2003’an dema ku desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin. -
Îran: Peymana me ya bi Saziya Enerjiya Atomê re bi dawî bû
Serokê Parlementoya Îranê diyar kir ku peymana sê meh berê ya di navbera Tehran û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya ji bo çavdêriya çalakiyan hatibû kirin, dema wê qediyaye. -
Li Îranê teqîna li febrîqeyekê: 9 kes birîndar bûn
Li Îranê, li febrîqeyek ku teqemenî lê dihate çêkirin, teqînek pêk hat. Herî kêm 9 kes birîndar bûn. -
Li Kongoyê volkan teqiya: Lav gihîşt nava bajêr
Li bajarê Goma yê li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk, volkanê bi navê Nyragongo teqiya. Lava ji devê volkan herikî, gihîşt taxên li derdora bajêr. -
Macron di mijara ‘Tirkiye’ de rexne li NATO’yê kir
Serokkomarê Fransa Emannûel Macron, carekî din rexne li Tirkiye ya ku bi serê xwe tevgerê dike kir û daxwaz ji NATO’yê kir ku ‘hê zêdetir di nava wekheviyê de’ be. -
Agirbesta Îsraîl-Hamasê kete meriyetê
Agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê ku bi navbeynkarî û banga civaka navneteweyî hate ragihandin, kete meriyetê. Hamasê ev yek ji bo xwe weke serketinê ragihand.