Ji Gomayê 400 hezar kes hatin veguhestin

Ji bajarê Goma ya Komara Kongo ya Demokratîk li gel aktîfbûna çiyayê şewatek ê Nyîrangongoyê re, hejmara kesên hatin veguhestin gihişte 400 hezar kesî.

Ji bajarê Goma ya Komara Kongo ya Demokratîk li gel aktîfbûna çiyayê şewatek ê Nyîrangongoyê re, 400 hezar kes hatin veguhestin, rayedaran fikarên xwe anî ziman ku dibe ji nû ve çiyayê şewatek lavên agir jê bilind bibe.

Piştî civîna ku li ser aktîvbûna çiyayê şewatek û şûn de pêk hat, nêzî 80 hezar mal, yanî 400 hezar kes bi lezgîn hatin veguhestine.

Bi aktîvbûna çiyayê şewatek a roja Pênceşmê û şûnde bi deh hezaran kes ji paytexta eyaleta Bakurê Kîvû Gomayê terk kiribûn. Rayedaran bi armanca tedbîr veguhestin neçarî kiribû.

Nyîrangongo Şemiya borî bê ku ti îşaretek bide aktîf bûbû. Ji roja ewilê mirovên li herêmê malên xwe terikandibûn. Lê piranî roja din vegeriyabûn.

Piştî aktîfbûna çiyayê şewatek û şûnde 32 kes miribûn û nêzî 900 heta 2500 mal texrîb bûbû. 20 hezar kes jî bê mal bûbûn, hinek ji wan xistibûn malan.

Di qezaya roja Pêncşemê dema veguhestinê pêk hat de jî, 2 kes miribûn, ji aliyê rayedaran ve hatibû eşkerekirin.

Hate ragihandin ku welatî li jîngehên ku bikarin alîkarî bê gihandina wan hatine bicihkirin. Ji bo alîkariyê av ji bo depokirin, dîsa ximeta tenduristî, ji bo pêwîstiyên neçarî û neneçarî hatiye diyarkirin. Rayedar bal kişand ser rewşa zarokên ku malbatên xwe winda kirine, yan jî neçar mane ji malbatên xwe qût bibin.

Presdura veguhestinê ya lezgîn dewam e. Rayedar bang dikin ku welatî ji herêmên ku çiyayê şewatek lê aktîfe xwe dûr bigirin.