Elmanyayê qirkirina li Namîbyayê nas kir

Hikumeta Elmanyayê qebûl kir, ku di dema destpêkê ya mêtingeriyê de li Namîbyayê li dijî gelên Herero û Namasê "qirkirin" kiriye. Elmanya wê ji bo alîkariya bi pêşvebirina herêmê zêdeyî milyarek Euro alîkariyê bide.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas got, "Niha em ê van bûyeran bi rengekî fermî li gorî nêrîna îro pênase bikin: Qirkirin."

Maas, peymana ku di encama danûstandinên pênc salan ên bi Namîbyayê re hate kirin silav kir.

QIRKIRINA DESTPÊKÊ YA SEDSALA 20'Î

Elmanên li herêmê di navbera salên 1904 û 1908'an de ji gelên Herero û Namasê bi deh hezaran kes qetil kiribûn. Gelek dîroknas vê komkujiyê weke Qirkirina destpêkê ya sedsala 20'î pênase dikin.

'EM Ê DAXWAZA EFÛYÊ BIKIN'

Heiko Maas got, "Di çarçoveya berpirsyariya exlaqî û dîrokî ya Elmanyayê de, ji ber hovîtiya ku hate kirin em ê ji Namîbya û neviyên qurbaniyan efûyê bixwazin."

ALÎKARIYA MALÎ JI BO JINÛVE AVAKIRIN Û PÊŞVEBIRINÊ

Di çarçoveya vê nasirinê de Elmanya wê bi rêya benrameya alîkariya malî ya ji 1.1 milyar Euroyî, piştgiriyê bide jinûve avakirin û pêşvebirina Namîbyayê. Maas diyar kir ku ev yek ne tazmînateke ku xwe dispêr ebingeha hiqûqî.

Li gorî çavkaniyên nêzî danûstandinan, ev rêje wê di nava 30 salî de bê dayin û destpêkê neviyên herdu gelan wê jê sûdê werbigirin.

Sûcên ku di dema mêtingeriyê de hatin kirin, demeke dirêj zerar dida têkiliyên navbera herdu welatan.

Elmanyayê di navbera salên 1884 û 1911'an de xaka Namîbyayê dagir kiribû, xistibû bin mêtingeriya xwe. Li dijî serhildana gelên Herero û Namayê yên herêmê, artêşa Elman qirkirin kiribû û ji herdu gelan derdora 85 hezar kes qetil kiribû. Ev hejmar wê demê ji pênc parên nifûsa herdu gelan çar par bû.

FRANSAYÊ JÎ BERPIRSYARIYA XWE YA LI RÛANDAYÊ QEBÛL KIR

Beriya daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Elman a li ser qebûlkirina qirkirina Namîbyayê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî serdaneke girîng a sembolîk li Rûandayê kiribû.

Macron 27'ê Gulanê li Kîgaliyê li pêşiya bîrdariya qirkirinê axivî bû û gotibû, "Ez hatime ku berpirsyariyên me qebûl bikim." Macron ji bo Fransayê îdîa kir ku 'nebûye hevkarê sûc' lê wiha axivî, "Demeke gelekî dirêj, li şûna ku rastiyê lêkolîn bike, xwe bêdeng kir." Macron got, "Tenê yên ku şev derbas kirine dikarin efû bikin, dikarin diyariya efûkirinê bide me."

Rola Fransayê ya berî, dema û piştî qirkirina Tûtsî bi salan mijara bingehîn a têkiliyên navbera herdu welatan bû. Di navbera salên 2006 û 2009'an de têkiliyên dîplomatîk ên navbera Parîs û Kîgaliyê jî hatibûn birîn.