Yekîtiya Ewropayê qada hewayî li Belarûsê girt
Piştî ku Belarûsê balafira ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Mînskê danî û rojnamevanekî muxalîf ê li balafirê destgîr kir, Yekîtiya Ewropayê qada hewayî li vî welatî girt.
Piştî ku Belarûsê balafira ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Mînskê danî û rojnamevanekî muxalîf ê li balafirê destgîr kir, Yekîtiya Ewropayê qada hewayî li vî welatî girt.
Lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev kom bûn û biryar dan ku balafirên rêyên hewayî yên Belarûsê nikaribin bikevin qada hewayî ya Ewropayê.
Lîderan bang li rêyên hewayî yên Yekîtiya Ewropayê jî kirin ku li ser qada hewayî ya Belarûsê nefirin. London û Kîevê qada hewayî ya Belarûsê beriya niha xistibû nava lîsteya reş.
Rêyên hewayî yên Fransayê, Lûfthansa, SAS û AîrBaltîcê her wiha gelek rêyên hewayî yên mîna wan ragihandibûn ku wê qada hewayî ya Belarûsê bi kar neynin.
Li gorî rêxistina Eurocontol her hefte nêzî 2 hezar balafir li ser qada hewayî ya Belarûsê ji bo bazirganiyê difirin.
Rojnamevanê muxalîf Roman Protassevîç ê 26 salî û hevsera wî Sofîa Sapega di balafira Ryanaîrê de bûn ku roja Yekşemê bi zorê hatibû daxistin. Her du jî li Mînskê ne.
Yekîtiya Ewropayê beiry aniha Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko jî di nav de 88 endam û 7 saziyên rejîmê xistibû lîsteya reş.