Biden: Hêzên li Eritre û Amharayê divê ji herêma Tigreyê vekişin

Serokê DYE'yê Joe Biden bang li hêzên Eritre û Amharayê kir, ku ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin. Her wiha diyar kir ku ji bo pêşî li birçîbûneke giştî bigire, wê ji bo gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo herêmê bibe alîkar.

Serokê DYE'yê Joe Biden bi daxuyaniyekê bang kir ku hêzên Eritre û Amharayê ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin û ji bo li herêmê birçîbûn nebe, alîkarî ji gihîştina alîkariya însanî re bê kirin.

Li herêma Tigreyê ku bi hezaran kes hatin kuştin û nêzî 2 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn, hêzên Amhara û Eritreyê ji bo piştgiriyê bidin hêzên hikumeta Etiyopyayê li herêmê tevlî şer bûn.

Serokê DYE'yê Joe Biden got, "Rêveberiya piralî ya herêma Tigreyê divê agirbestekê ragihîne û hurmetê nîşanî agirbestê bidin. Hêzên Eritre û Amhara jî divê ji herêmê vekişin."

Biden bang li hêzên Etiyopya û Eritreyê kir ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ya li dijî birçîbûnê bibin alîkar.

Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku ji sedî 91 ê mirovên li herêma Tigreyê yanî 6 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye.