Li Îranê teqîna li febrîqeyekê: 9 kes birîndar bûn
Li Îranê, li febrîqeyek ku teqemenî lê dihate çêkirin, teqînek pêk hat. Herî kêm 9 kes birîndar bûn.
Li Îranê, li febrîqeyek ku teqemenî lê dihate çêkirin, teqînek pêk hat. Herî kêm 9 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, teqîn li gorî dema herêmê saet di 04:00 de li nêzî Îsfahanê, li şîrketa Sepahan Nargostar Chemical Industriesê pêk hat.
Şefê maseya krîzê ya wîlayetê Mansû Şîşeforûş anî ziman ku sedema bûyerê hîn zelal nebûye û mijara lêpirsînê ye.
Li gorî rayedar 9 kes birîndar bûn.
Li gorî malpera înternetê ya şîrketa Sepahan Nargostarê, di serî de fîşekê hewayî "teqemeniyên" ji bo pîşesaziyê yan jî bazirganiyê tên bikaranîn, li febrîqeyê tên çêkirin.