Ji artêşa Maliyê Albay Assîmî Goîta, diyar kir ku leşkerên berê Bah Ndaw û serokwezîr Maktar Oûane ji aliyê albayan ve hatibû erkdarkirin, ragihand ku ji erkê girtine.
Goîta di daxuyaniya dayî de diyar kir ku serokê dewletê û serokwezîr ji pêvajo sabotekirinê sûcdar kir. Dîsa li gorî daxuyaniya li ser televîzyonan kirî, Goîta diyar kir ku wê sala 2022’yê hilbijartinê pêk bîne.
Albay Goîta di nava darbeya li dijî Serokê Dewletê Îbrahîm Boûbacar Keîta ku di hilbijartina 18’ê Tebaxa 2020’ê hatibû erkdarkirin de jî cih digirt. Goîta anî ziman ku piştî îsifaya serokê dewletê û serokwezîr û şûnde ji bo guherînên nû yên ji bo pêvajoya avakirina hikûmeta nû, nêrînên wan negirtiye, diyar kir ku ev jî tê wateya xiyanetê.