Li Bexdayê xwepêşandana li dijî hikumetê didome
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye protestoyên li dijî hikumetê kete roja diduyan. Ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşander mirin û 26 xwepêşander jî birîndar bûn.
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye protestoyên li dijî hikumetê kete roja diduyan. Ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşander mirin û 26 xwepêşander jî birîndar bûn.
Roja Sêşemê dîsa bi hezaran kes li Bexdayê daketin kolanan. Xwepêşanderan pirsgirêk û daxwazên wekî yên sala 2019’an anîn ziman. Ev xwepêşandan li dijî bêkarî, hewldanên sûîkastê yên li dijî çalakiyan, kêmbûna xizmetan, ferqa maddî ya di navbera herêman de û nelirêtiyê tê kirin.
Roja Sêşemê li Qada Tahrîrê ya Bexdayê dîsa xwepêşandan hate destpêkirin û hêzên ewlekariyê bi çekan mudaxele kirin. Hêzên ewlekariyê guleyên rastîn bi kar anîn û li gorî tespîtên pêşîn 2 xwepêşander hatine kuştin û 26 jî birîndar bûn.
Xwepêşanderan jî karavanên hêzên ewlekariyê şewitandin.
Li Iraqê di sala 2019’an de jî ji bo protestokirina nelirêtî û kêmbûna xizmeta giştî di 1’ê Cotmehê de xwepêşandan hatibû destpêkirin û herî kêm 500 kes miribûn.
Xwepêşandan li bajarên Basra, Necef, Kerbela, Meysan, Mussena, Vasît, Zikkar Nasiriye, Dîvaniye û Kazimiyeyê hatibû kirin û bajar ketibûn kontrola çalakgeran.
Li Necefê balyozxaneya Îranê hatibû şewitandin û hêzên ewlekariyê gule li xwepêşanderan reşandibû. Di rojekê de 50 kes hatibûn kuştin.
Di van xwepêşandanan de herî kêm 20 hezar kes birîndar bûbûn. Ji ber zêdebûna protestoyan di 29’ê Mijdara 2019’an de Serokwezîr Adil Abdulmehdî neçar mabû îstîfa bike. Ji ber ku heta Gulan 2020’an hikumeta nû nehatibû avakirin, Abdulmehdî li ser peywirê ma. Di Gulana 2020’an de Mûstafa El Kazimî hikumeta nû ava kir û dest bi peywirê kir. Kazimî xwest xwepêşanderan qanih bike ku wê nelirêtî biqede, ferqa xizmetê ya di navbera herêman de ji holê rabe û di demeke nêz de hilbijartin were kirin. Lê wekî hikumetên berê ev soz jî nehatin bicihanîn.