Li Kongoyê bi deh hezaran kes ji ber volkanê Nyirangongo direvin

Rayedarên bajarokê Gomayê yê li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk ferman dan, ji ber metirsiya herikîna lav ji Volkanê Nyiragongê, ferman dan ku beşek ji bajêr bê valakirin. Bi deh hezaran kesî malên xwe terikandin û reviyan.

Rayedarê leşkerî yê eyaleta Nord-Kîvû Constant Ndîma ji medya xwecihî re axivî û got, "Li gorî daneyên heyî yên sîsmîsîte û deformasyona xakê, beşek jê li binê Gola Kîvû, di binê bajarê Gomayê de magma heye."

Ndîma navê deh taxên bajêr bilêv kir û got, "Vê kêliyê, dibe ku bêyî nîşaneyekê di cih de teqînek rû bide."

Rayedar anî ziman ku rewş dikare bi lezgînî biguhere, rewşê timî kontrol dikin, lê valakirina herêmê mecbûrî ye. Li gorî vê yekê, veguhastin wê ber bi wargeha Sake ya bi 20 kîlometreyan li rojavayê Gomayê ye, bê kirin.

Heman piştî vê bangê bi deh hezaran kesî berê xwe dan herêmên Masîsî û Sake yên li başûr rojavayê welêt û sînorê Rûanadayê.

Volkan roja Şemiyê teqiya û ji hingî ve 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji 900 heta 2500 xanî hilweşiyan. Li 10 taxan ava vexwarinê nema. Beşeke mezin a bajêr bê elektrîk maye.

Teqîna herî giran a volkanê Nyîrangongo sala 1977'an pêk hatibû. Hingî zêdeyî 600 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.