Li Maliyê di neh mehan de 2 darbe: Serokkomar û serokwezîr îstîfa kirin
Li Maliyê serokkomar û serokwezîrê hikumeta demdemî piştî ku ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, îstîfa kirin.
Li Maliyê serokkomar û serokwezîrê hikumeta demdemî piştî ku ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, îstîfa kirin.
Li Maliyê di nava 9 mehan de du darbe pêk hat. Baba Cîsse yê ku şêwirmendê taybet ê albay Asîmî Goyto ye, serokkomar Bah Ndaw û Serokwezîr Moktar Ûan li pêşiya heyeta qasid a navneteweyî ya li Maliyê îstîfaya xwe ragihandin.
Şêwirmend got “Ji bo ku ew serbest werin berdan û hikumeke nû were avakirin, muzakere didome.”
Delegasyona navneteweyî ji bo hevdîtina her du rêveberan roja Çarşemê çûbû Kampa leşkerî ya Katî ku 15 kîlometreyan dûrî Bamkoyê ye.