Macron di mijara ‘Tirkiye’ de rexne li NATO’yê kir

Serokkomarê Fransa Emannûel Macron, carekî din rexne li Tirkiye ya ku bi serê xwe tevgerê dike kir û daxwaz ji NATO’yê kir ku ‘hê zêdetir di nava wekheviyê de’ be.

Berî lûtkeya NATO ku wê 14’ê Hezîranê pêk were, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di serdana Parîsê de ji aliyê Serokkomarê Fransa Emannûel Macron ve hate pêşwazîkirin.

Macron ê piştî civînê li Qesra Elysée daxuyaniyek da got: “Piştevaniya di nava mutefîkan de, ne tenê peyveke ku xwedî awayê geometrîk ê tê guherîn e. Li hemberî hev erk û berpirsyarî îfade dike. Rêzgirtina li pîvanên helwestên vekirî û li gorî hiqûqa naventeweyî ya mutefîkan îfade dike.”

Macron wiha domand: “Ev jî divê ne li dijî berjewendiyên îtifaqên din û berjewendiyên neteweyî bin.”bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a  ‘newekheviya li ser sîstema biçekirinê û mijara Sûriye, Lîbya, Behra Spî û Qafqasan’ a salên dawî.

Berî niha jî Macron têkildarî êrîşên Tirkiye û rola NATO’yê rexne kiribû.