Li Maliyê darbe
Li Maliyê piştî ku hikumet hate avakirin serokê dewletê û serokwezîr ji aliyê leşkerên ku 8 meh berê darbe kiribûn, xistin leşkergeheke nêzî Bamakoyê.
Li Maliyê piştî ku hikumet hate avakirin serokê dewletê û serokwezîr ji aliyê leşkerên ku 8 meh berê darbe kiribûn, xistin leşkergeheke nêzî Bamakoyê.
Li Maliyê piştî ku hikumet hate avakirin serokê dewletê Bah Ndaw û serokwezîr Moktar Oûna ji aliyê leşkerên ku 8 meh berê darbe kiribûn, xistin leşkergeheke Katî ya nêzî Bamakoyê ye.
Rayedarekî leşkerî yê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku serokê dewletê û serokwezîr li leşkergeha Katiyê ne. Tê diyarkirin Wezîrê Parastinê Suleyman Dukur jî li heman leşkergehê ye.
Serokê dewletê yê hatibû hilbijartin Îbrahîm Bûbakar Keîta di 18’ê Tebaxa 2020’an de ji aliyê albayên darbekar biribûn heman leşkergehê û îstîfakirina wî hatibû ragihandin. Heman albay vê carê siyasetmedarên ku wan ew anîbûn ser peywirê, dîsa girt.
Albayan di 18’ê Tebaxa 2020’an de dîsa hikumeta demdemî ava kirin û leşkerê teqawitbûyî Ban Ndaw û Moktar Oûane yê sivîl kiribûn serokwezîr. Piştî zextên navneteweyî leşkeran soz dabûn ku di nava 18 mehan de desthilatdariyê bidin kesên nû hatine hilbijaratin.
Di hikumeta nû de herî zêde cihên ku ew ê bidana leşkeran dihat nîqaşkirin. Di hikumeta nû de wezaretên parastin, ewlekarî, rêveberiya herêmî û aştiya neteweyî di destê leşkeran de bû.