Neteweyên Yekbûyî wê li sûcên şer ên navbera Îsraîl û Hamasê bipirse

Hefteyek piştî ragihandina agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kiriye.

Piştî ku hefteya derbasbûyî di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest hate ragihandin, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kirine. Hate ragihandin ku di lêpirsînê de wê li binpêkirina mafên mirovan ên li herdu aliyan bên lêpirsîn.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet got, "Êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê dibe ku tê wateya sûcê şer. Ji ber ku bêyî cihêkarî bê kirin li sivîlan hate xistin."

Bachelet bal kişand ser daxuyaniyên Îsraîlê ku digot hin tedbîr wergirtiye û got, "Di hin demên ku Îsraîl beriya êriş bike radigihand, êrişên hewayî li herêmên sivîlan hate kirin û di encamê de gelek sivîl mirin, gelek jî birîndar bûn. Êrişan her wiha cih û warê sivîlan hilweşand."

Bachelet diyar kir ku roketên ji aliyê Hamasê ve hatine avêtin li qadên sivîlan û leşkeran hatiye avêtin û ev yek jî binpêkirina peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye.

Di encama dengdanê de ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, lêpirsîn divê ji aliyê komîsyoneke navneteweyî, timî û serbixwe ve bê meşandin.

Wezîfeya komîsyonê di heman demê de ji lêkolînkirina sedema şerê dawî bêhtir lêkolînkirina dema bihurî ye. Komîsyon wê di asta olî, etnîkî, radîkalî û neteweyî de lêkolînan bike.