Azerbaycanê 6 leşkerên Ermen dîl girt

Li gorî daxuyaniya artêşa Ermenistanê, 6 leşkerên Ermen ên ku li ser sînor 'karê endezyariyê' dikirin, ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve dîl hatine girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Ermenistanê de hate gotin, "Li navçeya Guegarkunikê ya li ser sînor, şeş leşkerên ku karê endezyariyê dikirin hatin dorpêçkirin û dîl hatin girtin."

Azerbaycanê jî îdîa kir ku ev leşker dema ku dixwestin operasyona 'sabotajê' bikin dîl hatine girtin.

Azerbaycan a bi piştgiriya dewleta Tirk û Ermenistan di payîza sala 2002'î de ji bo kontrolkirina Qerebaxê şer kiribûn. Di vî şerî de 6 hezar leşkerî jiyana xwe ji dest dabûn û şer bi têkçûna Ermenistanê bi dawî bûbû. Azerbaycanê beşeke girîng a Qerebaxê dagir kiribû.

Aloziya navbera herdu welatan li ser sînor dewam dike. Azerbaycanê yekîneyên xwe li ser sînor bi cih kiriye. DYE'yê meha Gulanê bang li Azerbaycanê kiribû ku yekîneyên xwe yên li ser sînor tavilê vekişîne.

DYE li gel têkiliyên xwe yên bi Ermenistanê re, her wiha dixwaze têkiliyên xwe yên bi Azerbaycanê re jî dewam bike ku Azerbaycan di sektora enerjiyê de aktorekî girîng e û yek ji hevkarên Îsraîlê ye.