CPJ'ê xwest rojnamevanê muxalîf ê Îranî bê berdan

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji rayedarên Îranî xwest ku rojnamevan Necef Mehdîpoûr ê ku weke Kaveh tê naskirin, tavilê berde.

Li gorî nûçeya Nûçeyên Aktîvîstên Mafên Mirovan, rayedaran di 18'ê Gulanê de li bajarê Darreh Sharh ê li rojhilatê herêma Îlamê, rojnamevan Mehdîpoûr li mala wî girtin.

Lêkolînerê Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn ê CPJ'ê Jûstîn Shîlad got, "Divê rayedarên Îranî rojnamevan Necef Mehdîpoûr tavilê û bêşert berdin û bes bi îdîayên nediyar rojnamevanan sûcdar bikin."

Li gorî HRANA'yê Mehdîpoûr ji ber ku gotarên ku lîderên Îranê rexne dike û îdîayên li ser binpêkirina mafên mirovan diweşîne, sala 2018'an beriya ku ji rojnamevaniyê bêpar bê hiştin, li kovara Bakhter Zamîn a li ser mijarên siyaset, civakî, çandî û mafên mirovan weke derhênerê giştî yê weşanê kar kir.

Mehdîpoûr beriya niha ji ber nivîsên xwe yên li Hranayê, ji 'propaganda li dijî rejîmê' sûcdar hate dîtin û nêzî 10 mehan li girtîgehê hate hiştin.