Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de Yekîtiya Ewropa û Lîbya hişyar kir
Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê ku pratîka xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.
Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê ku pratîka xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.
Li gorî raporeke Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, polîtîkayên ku "jiyana mirovan dide pêş" niha bêencam mane.
Neteweyên Yekbûyî bang li Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê kir, ku polîtîkaya xwe ya 'rizgarkirina koçberan û karê lêgerînê' di ber çavan re derbas bikin. Di raporê de hate destnîşankirin, polîtîkaya ku niha tê meşandin dema nebe sedema mirina mirovan jî, mirovan ji maf û rûmeta wan bêpar dihêlin.
Di raporê de hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropa û Lîbya divê jiyan, ewlehî û mafên mirovan bidin pêş û bi vî rengî tevbigerin.
Di raporê de ku doh hate weşandin, hate destnîşankirin ku ev rewş ne ji ber anormaliyeke trajîk e, lê belê ji ber biryar û kiryarên hikumeta Lîbya û rêveberên Yekîtiya Ewropayê ye.
Raporê cih da kiryarên navbera Çileya 2019 û Kanûna 2020'î û diyar kir ku Lîbya ji bo koçberên li Derya Spî hatine rizgarkirin welatekî ewle nîne.
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet li ser raporê daxuyaniyek da û bang li rêveberiyên Trablûs û Brukselê kir ku polîtîkaya xwe ya li ser karê lêgerîn û rizgarkirina koçberan di ber çavan re derbas bikin.
Bachelet got, "Trajediya bingehîn ji ber mirina di rê de diqewime. Lê belê pêşî li mirina van mirovan dikare bê girtin. her sal mirov ji ber nehatina alîkariyê yan jî derengmayinê difetisin û jiyana xwe ji dest didin."
Bachelet anî ziman, beşek ji mirovên tên rizgarkirin jî bi rojan, carna jî bi hefteyan li hundirê keştiyê tên hiştin ku li bendê dimînin dakevin bejahiyê. Bachelet diyar kir ku beşeke mezin a van mirovan jî li Lîbyayê tên vegerandin, lê belê ew der ji bo wan ewle nîne.
Di raporê de hate ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê operasyonên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê kêm kiriye û karê lêgerîn û rizgarkirinê yê rêxistinên alîkariya mirovî jî asteng dikin.
Li gorî raporê di sala 2020'î de herî kêm 10.352 kes dema ku hewl didan ji Derya Spî debas bibin ji aliyê tîmên peravî yên Lîbyayê ve hatin girtin û vegerandin. Ev hejmar sala 2019'an 8403 kes bû.
Di raporê de hate destnîşankirin ku mirovên li Lîbyayê tên vegerandin, mafên wan ên mirovan di asteke metirsîdar de têne binpêkirin.