Rûhanî bang li Hamaney kir ku 'zêdetir reqabatê'' bike

SerokkomaRê Îranê Hasan Rûhanî ji bo 'zêdetir reqabetê' ya ji bo hilbijartinên serokkomariyê bang li lîderê dînî yê Îranê Alî Hamaney kir.

Piştî ku namzetiya alîkarê Serokkomar Ishak Cîhangirî û hevelbendê wî yê sereke Alî Laricî hate redkirin Rûhanî daxuyanî da û got,''Dilê hilbijartinê reqabet e. Heke hûn vê jê bavêjin, li holê cesedek dimîne.''

Rûhanî li Lijneya Wezîran axivî, got roja sêşemê li ser vê mijarê ''alîkarî'' ji Hamaney xwestiye.

Konseya Parastinê ya Destûrê ji 600 serlêdanên ji bo namzetiyê tenê ya 7 kesan qebûl kir.

Di lîsteya fermî ya namzetan de navê 5 kesên muxafakarên radîkal hene. Bi rengekî surprîz namzetiya Serokê berê yê Parlamentoyê Elî Laricanî hate redkirin. Bi redkirina namzetiya Cîhangirî jî rêya serokkomariyê li Elî Reîsî yê muxazakarê radîkal hate vekirin.