Li Kongoyê volkan teqiya: Lav gihîşt nava bajêr

Li bajarê Goma yê li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk, volkanê bi navê Nyragongo teqiya. Lava ji devê volkan herikî, gihîşt taxên li derdora bajêr.

Berpirsyarekî Parka Neteweyî ya Vîrûngayê, ku volkan lê ye, diyar kir ku volkan roja Şemiyê teqiya û lav ber bi aliyê bakur rojhilat ve herikî, lê beşek jê jî herikî nava bajarê Gomayê.

Rayedar ragihand ku lav gihîştiye balafirgehê û wê bigihêje heta gola Kivû.

Balafirgeh li bakur rojhilatê welêt e û di navbera sînorê Rûanda û gundê Kîvû ye.

Di dema teqîna volkan de erdhej nebû. Li gorî şahidan, ewr sor bû û agirekî mezin bilind bû.

Ji ber herikîna lavê ji devê volkan, şêniyên li herêmê ketin nava panîkê. Li beşeke mezin a bajêr elektrîk qut bû. Bi hezaran kesî bi peyatî, motorsîkletê yan jî bi wesayitan derbasî Rûandayê bûn.

Teqîna mezin a herî dawî ya volkanê Nyrangongo 17'ê Çileya 2002'an pêk hatibû, zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqînê rojhilatê bajarê Gomayê tijî lav bûbû.