Macron li Rûandayê got ‘Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim’
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron hate Rûandayê. Di sala 1994’an de rola Fransayê di qirkirina Rûandayê de hebû. Macron got “Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.”
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron hate Rûandayê. Di sala 1994’an de rola Fransayê di qirkirina Rûandayê de hebû. Macron got “Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.”
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li bîrdariya qirkirinê ya Kîgaliyê axivî û got “Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.”
Macron îddîa kir ku Fransa ne şirîkêê sûc e û got “Demeke dirêj ji dêvila lêkolîna rastiyê, bêdeng ma.”
Vê serdana fermî ya Macron wekî qonaxa dawîn a normalîzekirinê têkiliyên wan e yên ku 25 sal in bi alozî didome.
Di sala 1994’an de di navbera mehên Nîsan û Tîrmehê de piraniya wan Tûtsî herî kêm 800 hezar kes hatibûn kuştin.
Macron got “Îro bi hurmet li ba we me û hay ji berpirsyariyên me çêbûm. Naskirina paşerojê di heman demê de tê wateya domandina peywira edaletê.”
Li gorî Macron Fransa di qirkirinê de nebûye şirîkê sûc lê ji ber rola Fransayê ya beriya qetlîamê, dema qetlîamê û piştî qetlîamê, vê rolê têkiliyên di navbera her du welatan de diyar dikir. Di navbera salên 2006 û 2009’an de di navbera Parîs û Kîgaliyê jî têkiliyên dîplomatîk hatibû qutkirin.
Di meha Adarê de dîroknasên ku Vîncent Dûclert pêşiya wan vekiribûn, raporek amade kiribûn. Di raporê de qala berpirsyariyên giran ên Fransayê hatibû kirin.