Bahoza Yaasê: Herî kêm 9 kes mirin bi sed hezaran kes bêmal man

Li rojhilatê Hindistanê ji ber bahoza Yaasê li Hindistanê 4 kes û li Bangladeşê jî 5 kes mirin. Hate ragihandin bi sed hezaran kes jî bêmal mane.

Bahoza Yaasê tevî baranê û bayê leza wê di saetekê de 155 kîlometre ye, li rojhilatê welat da. Bahozê roja Çarşemê xwe li bajaran da û ber bi eyaleta Jarkhandê ve çû.

Du hefte berê bahoza Taûktaeyê jî li peravên rojava yên welat dabû, herî kêm 155 kes miribûn û bûbû sedem ku 1,5 milyon kes koç bikin.

Li eyaleta Bengala Rojava 2 û li eyaleta Odîshayê jî 2 kes û li Bangladeşê jî 4 jê zarok 5 kes ji ber bahoza Yaasê mirin.

Serokwezîrê Bengala Rojava Mamata Banerjee diyar kir ku di bahozê de 300 hezar mal hilweşiyane û asta av û çeman jî bi qasî 3,4 metreyan zêde bûye.