Serokkomarê Iraqê: 150 milyar dolar hatiye revandin!
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ji sala 2003’an dema ku desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ji sala 2003’an dema ku desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li dijî nelirêtiyê pêşnûmayeke qanûnê pêşkêş kir.
Salih ji rojnamevanan re diyar kir ku ji bo ku ew pereyê hatiye windakirin bi paş ve bîne û teslîmî edaletê bike, ‘nivîseke girîng’ daye parlementoyê.
Serokkomar bang li parlementeran kir ku bila piştgiriyê bidin erêkirina qanûnê.
Li gorî Rêxistina Şeffaftiyê ya Navneteweyî Iraq di warê nelirêtiyê de di nav welatên rewşa wê herî xerab de ye.
RAGIF: WÊ PARTÎ SABOTE BIKIN
Hin çavdêr bi awayekî bi fikar li erêkirina qanûnê dinihêrin. Pisporê Ewlekarî û Stratejiyê Fadil Ebû Ragif ji AFP’ê re axivî û got “Bêguman ji sala 2003’an de ve qanûna herî baş a rêveberiyê ye. Lê gelo ew ê were qebûlkirin? Fikarên min hene. Partî wê vî tiştî sabote bikin. Li pêş raya giştî wê piştgiriyê bidin wê lê li kûlîsan ji bo ku wê asteng bikin wê her tiştî bikin. Ji ber ku gelek siyasetmedar tevlî nelirêtiyê bûne.”
SIYASETMEDARAN 60 MILYAR DOLAR REVANDINE
Li gorî çavkaniyeke ji sektora bankayan a li Iraqê siyasetmedarên Iraqê di nava 18 salan de di serî de ber bi Lubnanê ve 60 milyar dolar ji welat derxistine. Lê Lubnan hatiye asta îflasê. Derxistina pereyan a ji bankayên Lubnanê hema bibêje qet ne mumkin e.
Serokkomarê Iraqê Salih got “Nelirêtî li pêşiya ekonomî û pêşveçûna civakî astengiyeke mezin e. Ji sala 2003’an û vir ve hezar milyar dolarê ji petrolê hatibû bidestxistin, 150 milyar dolarê wê ji welat hatiye revandin.”
Li welat gelek caran çalakiyên protestoyê tên kirin û di hedefa van çalakiyan de nelirêtî heye.
Tê xwestin ku hemû şandinên pereyan ên li ser 500 hezar dolaran û bi taybetî hesabên bankayan ên ku herî kêm milyonek dolar tê de hene, bila werin lêpirsîn. Wê hemû veberhênan û peymanên ji ber nelirêtiyê jî were betalkirin.