Îran: Peymana me ya bi Saziya Enerjiya Atomê re bi dawî bû

Serokê Parlementoya Îranê diyar kir ku peymana sê meh berê ya di navbera Tehran û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya ji bo çavdêriya çalakiyan hatibû kirin, dema wê qediyaye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê serokê parlementoyê Mûhamed Bakr Kalîbag got “Ji 22’ê Gulanê û vir ve, bi bidawîbûna peymana sê mehî re, wê sazî êdî nikaribe xwe bigihîne daneyên bi kamerayan dihatin qeydkirin.”

Televîzyona dewletê ya Tehranê jî xwe spart çavkaniyeke hikumetê û got “Dibe ku ev peyman li gorî şertan bi qasî mehekê were dirêjkirin. Heke bi qasî mehekê were dirêjkirin û saziyên mezin daxwazên meşrû yên Îranê qebûl bikin, ew ê dane teslîmî ajansê were kirin. Yan na wê dîmen werin îmhakirin.”

Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî roja Pêncşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ji bo dirêjkirina peymana sê mehan muzakereyên bi Îranê re didome.”