Agirbesta Îsraîl-Hamasê kete meriyetê

Agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê ku bi navbeynkarî û banga civaka navneteweyî hate ragihandin, kete meriyetê. Hamasê ev yek ji bo xwe weke serketinê ragihand.

Agirbesta navbera Hamas û Îsraîlê roja Înê saet di 02:00 de kete meriyetê.

Li gorî daxuyaniya Desteya Ewlekariyê ya Îsraîlê, wan bi hevdengî pêşniyara 'agirbesta bêşert û bêberdêl' qebûl kirine.

Peyman ji aliyê hêza herêmî Misrê ve hate teşwîkirin, welatên rojavayî jî di vî warî de ketibûn nava hewldanan û bang kiribûn.

Lê belê tê gotin ku DYE'yê agirbest li Îsraîlê ferz kiriye. Serokê DYE'yê Joe Biden roja Çarşemê bi daxuyaniyekê bang li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû kiribû ku hewl bide rewşê sahî bike.

Li Şerîda Gazzeyê, Hamasê û Îslamîd Cîhadê piştrast kirin ku agirbest ketiye meriyetê.

Piştî ku agirbest kete meriyetê, bi hezaran Fîlîstînî daketin qadan û li kolanên Gazzeyê pîrozbahî li dar xistin.

Ji lîderên tevgera Hamasê Halîl El Hayya li pêşberî girseyê axivî û got, "Ev yek coşa serketinê ye" û soz da ku wê malên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin.

Li Şerîda Gazzeyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, xwepêşandanên kêfxweşiyê hatin lidarxistin.

Ji 10'ê Gulanê ve di şer de li aliyê Fîlîstînê herî kêm 232 kes, li aliyê Îsraîlê jî 12 kes miribûn. Li aliyê Fîlîstînê ji kesên mirin 65 jê zarok û 39 jî jin bûn. Di encama bombardûmana Îsraîlê de zêdeyî 1900 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Îsraîlê jî ragihand ku li Şerîda Gazzeyê herî kêm 165 şervan kuştine.