CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Çînê ji ber barana zêde 25 kes mirin
Li Çînê ji ber barana zêde metroyek di bin avê dema, tax di bin avê de man û bendavek li ber hilweşandinê ye. Heta niha 25 kes mirine û ziyana bi milyonan Euro bûye. -
Fransa û DYE li ber 'provokasyona Qibrisê' ya Erdogan rabû
Wezareta Karên Derve ya Fransayê têkildarî "hewldana yek alî" ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li ser serdana Qibrisê got, "provokasyon" e. -
Li Xûzistanê xwepêşandan: Heta niha 6 xwepêşandêr hatine kuştin
Li Xûzistanê xwepêşandanên ku li hemberî pirsgirêka nebûna avê dest pê kir, di roja 6'an de ye. Hate ragihandin ku doh jî 3 xwepêşandêr hatine kuştin. Hejmara kesên ji destpêka xwepêşandanan ve hatin kuştin gihîşt 6 kesî. -
Îddîaya ku wê ‘YE li hemberî Tirkiye û Rûsyayê leşkeran bişîne Lîbyayê’
Hate îddîakirin wê Yekîtiya Ewropayê li hemberî Rûsya û Tirkiyeyê yên ku naxwazin ji Lîbyayê derkevin wê yekîneyên leşkerî bişîne. -
Li Çînê karesata lehiyê: Herî kêm 12 kes mirin
Li Çînê ji ber lehiyê herî kêm 12 kes di metroyê de jiyana xwe ji dest dan. Serokkomar Şî Cînpîng banga seferberiyê kir. -
Rûsyayê fuzeya hîpersonîk ceriband
Rûsyayê ji Derya Spî ber bi peravekî Derya Barentsê, fuzeya xwe hîpersonîk a bi navê Zîrkon bi rengekî 'serketî' ceriband. -
Li Îranê hişkesalî zêdetir dibe
Li eyaleta Hûzîstanê ya Îranê ji ber tunebûna avê çalakiyên protestoyê hatin kirin. Di çalakiyan de şer çêbû û hate diyarkirin herî kêm 3 kes mirin. -
Lehiyê li Evûstûryayê jî da
Piştî Elmanya û Belçîkayê lehî li Evûstûryayê jî rabû. Li ser medyaya dîjîtal dîmenên vê karesatê hatin belavkirin. -
Li Hindistanê barana mûsonê: Herî kêm 23 kes mirin
Li Hindistanê, ji ber barana mûsonê dîwarek bi ser malan ve rûxiya. Her wiha hezazê rû da. Di bûyeran de herî kêm 23 kes mirin. -
Li Îranê di ‘protestoyên avê’ de kesek hate kuştin
Li eyalata Khûzestanê ya li başûrê rojavayê Îranê di protestoyên tunebûna avê de herî kêm kesek hate kuştin. -
Lîtvanya û Yewnanîstan: Ewropa divê ji bo krîza koçberan çareseriyeke encamgir bibîne
Lîtvanî û Yewnaniyan diyar kirin divê Ewropa ji bo krîza koçberan polîtîkayên encamgir deyne -
Nûçegihanê Reutersê Danish Siddiki li Efganistanê hate kuştin
Nûçegihanê Reutersê Danish Siddiki ku li Efganistanê şerê navbera Talîbanê û hêzên hikumetê dişopand, hate kuştin. -
Li Efrîkaya Başûr şer dewam dike
Li Efrîkaya Başûr, şerê ku piştî girtina serokdewletê berê Zûma dest pê kir, dewam dike. Ji roja Înê ve di şer de 72 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gelek taxan, mirovan rahiştin çekê û dest bi xweparastinê kirin. -
Di şapeya li Elmanyayê de 42 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne
Ji ber baran û şapeya li gelek bajarên Ewropa pêk hat, jiyan tevizî. Li Elmanyayê bi kêmanî 42 kes mirin. -
Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî zextên li ser koçberên li Lîbyayê da
Koçber û penaberên li Behra Spî hatibûn girtin piştre şandibûn navendên destgîrkirinê yên li Lîbyayê û zext li koçber û penaberan hatibû kirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî vê zextê da. -
Talîbanê di berdêla berdana 7 hezar girtî de pêşniyara agirbestê kir
Talîbanê pêşniyar li hikumeta Efgan kir, ku di berdêla berdana 7 hezar girtiyên xwe de ji bo 3 mehan agirbestê ragihîne. -
Li Belçîka û Elmanya şape rabû 5 kes mirin
Li rojavayê Elmanyayê şape rabû, mal di bin avê de man û bi kêmanî 4 kes mirin. Li Belçîka jî baraneke xurt hat, ciwanek kete ber bestê û mir. -
Di bûyerên şidetê yên li Başûrê Efrîqayê de 72 kes mirine
Li Başûrê Efrîqa di xwepêşandanên protestoyî de ku çavkaniya xwe ji krîzên aborî digire û hinek bûyerên diziyê digre, hejmara miriyan gihişte 72’an. -
Li Pakistanê otobusek teqiya: 9 jê Çînî 13 kes mirin
Li bakur rojavayê Pakistanê di otobusekê de teqînek çêbû. 9 jê Çînî 13 kes mirin. -
Hejmara koçberên xeniqîn, salekê bi du qatî zêde bû
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) hejmara koçberên ku li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîn di nava salekê de bi du qatî zêde bû. -
Li herêma Tîgreyê şer dewam dike
Li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, Hêzên Ewlekariyê yên Tîgre ji bo bidestxistina herêmên di destê artêşê de ne, dest bi operasyonê kirin. Şerê li herêmê bandor li kampeke koçberan kir. -
Li Lîtvanyayê biryara ji bo destgîrkirina koçberên qaçax
Parlamenta Lîtvanyayê doh projeyek pejirand ku koçberên bi qaçaxî were vî welatî dikarin bêne destgîrkirin. -
Îranê muzakereya pevguherînê ya girtiyan a li gel DYE’yê piştrast kir
Berdevkê Hikûmeta Îranê Alî Rebîî piştrast kir ku li gel Washîngtonê têkildarî mijara pevguherîna girtiyan di nava muzakereyê de ne. -
Li Efrîkaya Başûr di rûdanên tundrew de 32 kes mirin
Li Efrîkaya Başûr bi rojan e di rûdanên çalakiyên tundrew ên protestoyî û talankirinê de 32 kes mirin. -
Talîbanan dengê xwe li Tirkiyê kir: Li dijî berjewendiya me ya netewî ye
Talîban têkilî yekîneyên Tirk ku pêşbînî tê kirin li Efganistanê bimînin, dengê xwe li Enqerê kir.