Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî zextên li ser koçberên li Lîbyayê da

Koçber û penaberên li Behra Spî hatibûn girtin piştre şandibûn navendên destgîrkirinê yên li Lîbyayê û zext li koçber û penaberan hatibû kirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî vê zextê da.

Di sala 2011’an de piştî ku rejîma Mûammer Kaddafî bi mudaxeleya NATO’yê hatibû xistin li Lîbyayê kaoseke mezin heye. Ev der ji bo bi deh hezaran koçberên dixwazin biçin Ewropayê bûye rêyek. 

Ji ber peymanên bi welatên Ewropayê re koçberên li Behra Spî tên girtin, zextên giran li ser wan tê kirin. Gelek rêxistinên sivîl ên civakî ji zû ve ye balê dikşînin ser vî tiştî.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporeke nû weşand û diyar kir ku Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Koçberiya Îllegal a Lîbyayê (DCIM) du navendên destgîrkirinê xistiye bin kontrola xwe û binpêkirinên mafên mirovan meşrû dike. Di salên dawîn de bi sedan penaber û koçber li van deran bi darê zorê tên windakirin. Ev der di bin kontrola milîsan de ye.

Li gorî raporê şahid diyar dikin ku gardiyan tecawizî jinan dikin û gardiyan ji bo xwarinê seksa bi darê zorê li ser koçberan ferz dike.

Alîkarê Midûrê Herêma Berpirsyariya Efrîkaya Bakur a Rêxistina Efûyê Dîana Eltahawy got “Ev rapor zext û şîddeta li ser koçber û penaberan zelal dike. Ev koçber û penaberên tên girtin bi awayekî sîstematîk şîddet û şîddeta zayendî û şîddetên din li wan tê kirin. Di heman demê de rayedarên Lîbyayê ev kesên şîddet kirine jî xelat dike.

Rêxistina Efûyê bang li rayedarên Lîbyayê kir ku bila van navendên destgîrkirinê bidin girtin. 

Rêxistina Efûyê nerazîbûn  nîşanî hevkariya sûc a dewletên Ewropayê jî da û got “Divê welatên Ewropayê hevkariya bi Lîbyayê ya ji bo kontrola sînoran bide sekinandin û divê alîkariyê bide bi hezaran kesên pêdiviya wan bi parastinê heye.”