Rûsyayê fuzeya hîpersonîk ceriband

Rûsyayê ji Derya Spî ber bi peravekî Derya Barentsê, fuzeya xwe hîpersonîk a bi navê Zîrkon bi rengekî 'serketî' ceriband.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin, "Ji firkateyna Amîral Gorchkov, ji Derya Spî ber bi hedefeke bejahî ya li peravê Derya Barentsê fuzeya Zîrkon a hîpersonîk bi kar anî."

Hate ragihandin ku fuze b rengekî serketî gihîştiye hedefa xwe ya bi 350 kîlometreyî dûr.

Fuzeya Zîrkon yekemcar di Cotmeha 2020'î de hatibû ceribandin. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn gotibû, "Ji bo tevahiya welêt bûyereke mezin e." Ji wê demê û vir ve ji Amîral Gochkov herî kêm du caran hate ceribandin.

Fuzeya Zîrkon ku herî zêde digihêje hedefeke ji 1000 kîlometreyî, tê payin ku li keştiyan û keştiyên binê avê bêne bicihkirin.