Li Çînê ji ber barana zêde 25 kes mirin

Li Çînê ji ber barana zêde metroyek di bin avê dema, tax di bin avê de man û bendavek li ber hilweşandinê ye. Heta niha 25 kes mirine û ziyana bi milyonan Euro bûye.

Serokkomar Şî CînpÎng ji ber şertên xirab ên hewayê banga seferberiyê kir Cînpîng di televizyona netewî de got, ''Bendav rûxiyan, gelek kes birîndar bûn mirin û gelek ziyan çêbû. Rewşa li eniya şapeyê giran e.''

Li bajarê Cengcou ku nifûsa xwe 10 milyon e û 700 km li başûrê Pekînê ye di nav sê rojan de barana salekê hat.

Şaredariya Cengocu ragihand ji roja sêşemê û wir ve bi kêmanî 200 kes ji herêma şapeyê hatine derxistin û şapeyê bandor li ser 36 kesî kiriye. Bager û baranê kir ku av li metroya Cengcou bicive ser hev. Li metroyê ya ku di bin avê de mayî bi kêmanî 12 kes mirin, 5 kes birîndar bûn. Ên ku xilas bûn gotin avê daye heta bi ser milê wa. Di dîmenan de tê dîtin ku stesyona metroyê di bin avê de maye.

Li paytexta eyaleta Heanê ji ber barana li Cengocuyê qenelîzasyonên avê zû tije bûne, li kolanên sereke yên bajêr lehiya heriyê çêbû.

Li gorî medyaya Çînê dîwarê gelek malan rûxiya. Li gorî bîlançoya nû bi kêmanî 25 kes mirin û 7 kes winda ne.

Li gorî nûçeyên di medyaya xwecih de li Hemanê bi qasî 542 milyon yenî (71 milyon Euro) ziyan çêbûye.