Di şapeya li Elmanyayê de 42 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne

Ji ber baran û şapeya li gelek bajarên Ewropa pêk hat, jiyan tevizî. Li Elmanyayê bi kêmanî 42 kes mirin.

Ji roja Çarşemê û vir ve bi taybet li Belçîka, Luksembûrg, Hollanda û Elmanyayê baran pir bariya.

Gelek gund û bajarên li herêma Valon a Belçîkayê man di bin avê de, bi kêmanî 6 kes mirin.e Li Luksembûrg û Hollandayê jî ziyanên mezin hene.

Herî zêde ji vê yekê rojavayê Elmanya bandor bûye. Serokwezîr Angela Merkel got: “Gelek mirov li herêmên mane di bin avê de neçarin li gorî rewşa heyî tev bigerin, li ber karesatê matmayî mame.”

Li navçeya Ahrweîler derdorî 20 kes mirine. 6 malên li ber peravê çemê navçeya Schûld a dikeve başûrê bajarê Bonê hilweşiyan. Polîsan ragihand ku navbera 50-60 kes winda ne.

Ji sibeha Pêncşemê û vir ve elektirîk nayê dayîna 135 hezar malî. Artêşa Elmanyayê jî ji bo herêmên herî zêde ji vê bandor bûne, derdorî 300 leşker bixin nava tevgerê.