Li Efrîkaya Başûr di rûdanên tundrew de 32 kes mirin
Li Efrîkaya Başûr bi rojan e di rûdanên çalakiyên tundrew ên protestoyî û talankirinê de 32 kes mirin.
Li Efrîkaya Başûr bi rojan e di rûdanên çalakiyên tundrew ên protestoyî û talankirinê de 32 kes mirin.
Çalakiyên protestoyê înê li rojilatê welêt li Eyaleta Kwazulu-Natalê dest pê kirin.
Serokwezîrê eyalete Sîhle Zîkalala aşkere kir li vê herêmê 26 kes mirine.
Êvara duşemê Serokkomar Cyrîl Ramaphosa ragihandibû li bajarê herî mezin ê welêt li Johannesbourgê 6 kes hatin kuştin.
Bi vî rengî di rûdanên tundrew de kesên ku hatine kuştin bûne 32. Serokwezîrê eyaletê Zîkalala ragihand di rûdanan pê li hev kirine û gelek kes wiha mirine.
Ev rûdan piştî ku serokkomarê berê Jacob Zûma hate girtin bi rojekê bi girtina rê û şewitandina qemyonan dest pê kiribûn.