Talîbanê di berdêla berdana 7 hezar girtî de pêşniyara agirbestê kir

Talîbanê pêşniyar li hikumeta Efgan kir, ku di berdêla berdana 7 hezar girtiyên xwe de ji bo 3 mehan agirbestê ragihîne.

Endamê heyeta hikumetê ya danûstandinên bi Talîbanê re Nadir Nadirî diyar kir ku Talîbanê pêşniyar li wan kirine ku di berdêla berdana 7 hezar girtiyan de ji bo 3 mehan agirbestê ragihîne.

Nadirî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Ev yek daxwazeke girîng e". Nadirî anî ziman ku Talîbanê her wiha xwestiye ku navê rêveberên wan ji 'lîsteya reş' a Neteweyên Yekbûyî bê derxistin.

Di vê navberê de êrişên Talîbanê yên beriya du mehan dest pê kir dewam dike. Talîbanê roja Çarşemê ragihand ku deriyê sînor ê bi Pakistanê re kontrol kiriye, lê hikumetê diyar kir ku ev agahî nerast e. Şahidên li herêmê piştrast kirin ku li bajarê Weîş ê li ser sînor hêzeke xurt a Talîbanê heye.

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna fermî ya hêzên Emerîkî û vir ve Talîban li Efganistanê bi pêş ve diçe.