Li herêma Tîgreyê şer dewam dike

Li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, Hêzên Ewlekariyê yên Tîgre ji bo bidestxistina herêmên di destê artêşê de ne, dest bi operasyonê kirin. Şerê li herêmê bandor li kampeke koçberan kir.

Li herêma Tîgreyê ya Etiyopyayê, şerê ku beriya 8 mehan dest pê kir, piştî ku hêzên azadiya Tîgreyê dawiya meha Hezîranê hêzên dewletê têk birin, paytexta herêmê Meleke azad kirin û dewlet neçar hişt ku agirbestê ragihîne, bi dawî bûbû.

Berdevkê Hêzên Ewlekariyê yên Tîgreyê Getachew Reda got, "Doh (pêr) li hemberî hêzên dewletê êrişek hate destpêkirin. Bi taybetî li dijî leşkerên li herêma başûrê Tîgreyê êrişê dest pê kir. Me beşeke mezin a Tîgreyê ewle kir."

Mirovên ku li vê herêmê karên mirovî dimeşînin jî sibeha Sêşemê şerê li vê herêmê piştrast kirin.

Xebatkarên rêxistina mirovî diyar kirin ku li nava kampê şer qewimî ye û Erîtreyiyên ku li kampê ne, dest bi terikandina malên xwe kirine.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bang li hêzên li herêmê kir ku gel biparêzin.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina şer bang li artêşa Erîtreyê kir ku xwe ji herêmê vekişîne.