Li Pakistanê otobusek teqiya: 9 jê Çînî 13 kes mirin

Li bakur rojavayê Pakistanê di otobusekê de teqînek çêbû. 9 jê Çînî 13 kes mirin.


Li wîlayeta Hayber Pahtûnhvayê, otobusa ku endezyarên Çînî û personelên bendava Dasû tê de bûn, teqiya.

Li gorî rayedarên xwecihî, bi teqînê re agir bi motorê ket û wesayit ber bi gelî ve wergeriya. Di encama teqînê de 13 kes mirin, ku 9 ji wan Çînî ne. Her wiha 28 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê agahî bi dest neketin.

Lê belê Sefaretxaneya Bilind a Çînê ya li Pakistanê daxuyaniyek da û got, "Projeyeke şîrketa Çînî ya li Pakistanê rastî êrişekê hat ku di encamê de welatiyên Çînî jiyana xwe ji dest dan."

Sefaretxaneyê bang kir ku ewlekariya şîrketên Çînî yên li vî welatî bê zêdekirin.

Mijara ewlehiya Çîniyan ên li projeyên binesaziyê yên li Pakistanê dixebitin, demeke dirêj e ji bo rêveberiya Pekînê cihê fikaran e. Dewleta Çînê salên dawî bi milyaran dolarî razemenî li Pakistanê kiriye.