Li Efrîkaya Başûr şer dewam dike

Li Efrîkaya Başûr, şerê ku piştî girtina serokdewletê berê Zûma dest pê kir, dewam dike. Ji roja Înê ve di şer de 72 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gelek taxan, mirovan rahiştin çekê û dest bi xweparastinê kirin.

Li Efrîkaya Başûr, şerê ku bi girtina Jacob Zûma dest pê kir, dewam dike. 72 kesî ji roja Înê ve di şer de jiyana xwe ji dest dane. Gel radihêje çekan, dewletê jî derdora 25 hezar leşker li gelemperiya welêt wezîfedar kir.

Bi taybetî piştî girtina Serokdewletê berê Jacob Zûma, mal, dikan firoşgeh tên talankirin, şewitandin û bûyerên tundiyê rû didin.

Bûyerên tundiyê bi giranî li gelemperiya welêt belav bûye.

Wezîrê Polîsan ê Efrîkaya Başûr Bhekî Cele têkildarî bûyeran daxuyaniyek da û anî ziman ku rewşa li asta xwecihî di kontrolê de ye.

Cele got, "Em ê nehêlin ku zerar bigihêje demokrasiya welatê me" û ragihand ku hêzên ewlekariyê wê bê zêdekirin û pêşî li tundiyê bê girtin.

Ji roja Înê û vir ve piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, di dema talankirin û diziya li firoşgehan de ji ber îzdihamê jiyana xwe ji dest dan. Ji roja Înê ve 1234 kes hatin girtin.

Li dijî şer, li bajar û taxan gel radihêje çekan û dest bi xweparastinê dike.