Di bûyerên şidetê yên li Başûrê Efrîqayê de 72 kes mirine

Li Başûrê Efrîqa di xwepêşandanên protestoyî de ku çavkaniya xwe ji krîzên aborî digire û hinek bûyerên diziyê digre, hejmara miriyan gihişte 72’an.

Xwepêşandan piştî girtina Serokkomarê berê Jacob Zûma ya avêtina girtîgehê destpê kir.

Xwepêşandana li herêma Zûlû ya çiyayî destpê kir demeke kin belav bû. Li gorî polîsan li herêma Kwazûlû-Natal 27 kes mirine. Li bajarê herî mezin ê welat Jahannesbûrg bûyerên şidet û diziyê pêk hatin. Li Eyaleta Gaûtengê jî 45 kes mirine.

Kesê bê kar ê bi navê Tîbello yê 30 salî ku li Sowetoyê firoşgehekê hinek berhemên xwarinê hilgirtibû ji AFP’ê re axivî got: “Bi rastî Zûma ne di xema min de ye. Kesekî diz ê kal ku heq kiribû bikeve girtîgehê. Min ji bo dayika xwe ji marketê hinek tişt digirt.”

Ji ber şewba koronayê li Başûrê Efrîqayê bêkarjî gihiştibû ji sedî 32,6’ê.

Di rewşeke wiha de bi hezaran welatiyên Başûrê Efrîqayê guh nadin bangê aramî yên rayedaran berê xwe didin depo û marketan, wesayîtên xwe tije xorek dikin.

Yekîtiya Efrîqa daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bûyerên şidetê yên rê li ber kuştina sivîlan û talanê vedike, bi tundî şermezar dikin.” banga ‘tavilê rêkûpêkiyê bidin çêkirin’ kir.

Di bûyeran de heta niha bi kêmanî 1 hezar û 234 kes hatine destgîrkirin.