Li Belçîka û Elmanya şape rabû 5 kes mirin

Li rojavayê Elmanyayê şape rabû, mal di bin avê de man û bi kêmanî 4 kes mirin. Li Belçîka jî baraneke xurt hat, ciwanek kete ber bestê û mir.

Li herêma Valon a Belç^kayê ji ber barana zêde gelek çem rabûn û bûne best. Hin komun û kampên ciwanan hatin valakirin, trrafîka rêya trênê sekinî.

Serê sibehê li başûrê welêt seferên trênê hatine sekinandin. Pênçşemê başûr di serî de rêyê sereke gelek rê di bin avê de man.

Cenazeyê ciwanekî ku ketî ber avê hate dîtin. Hate gotin ciwan 22 salî ye û termê wî li robareke li nêzî Rotenbergê hate dîtin.

Li Elmanya jî ji ber barana zêde 4 kes mirin, bi qasî 50 kesî winda bûn.