Talîbanan dengê xwe li Tirkiyê kir: Li dijî berjewendiya me ya netewî ye

Talîban têkilî yekîneyên Tirk ku pêşbînî tê kirin li Efganistanê bimînin, dengê xwe li Enqerê kir.

Piştî hate aşkerekirin yekîneyên Tirk wê li balafirxaneya Qabûlê peywirdar bin bi çend saetan Talîban daxuyanî da.

Talîban diyar kir ev biryar 'cihê şermezariyê ye'' û got, ''Biryara rêveberên Tirk ne di cih de ye, binpêkirina serweriya me û yekerebûna xaka me ye û li dijî berjewendiya me ya netewî ye.''

Piştî hevdîtina şefê dîktatoriya Tirk Recep Tayyîp û Serokê DYE'yê Joe Bîden ya li Brûkselê ev biryara Enqerê hate standin.

Lê Talîban li dijî pêşniyara Enqerê derket û dixwaze ku Tirkiye jî weke welatên din bi çarçoweya peymana 2020'an vekişe. Di navbeyna Talîban û DYE'yê de serê sala 2020'an peymanek hatibû dîtin.

Talîban şemiyê daxuyanî dabû, gotibû divê hêzên biyanî ti hêviyê bi xwe re çênekin ku li Efganistanê bimînin û gotibûn, sefaret û ewlehiya balefirxaneyan di berpirsyariya Efgananan de ye.