Li Xûzistanê xwepêşandan: Heta niha 6 xwepêşandêr hatine kuştin

Li Xûzistanê xwepêşandanên ku li hemberî pirsgirêka nebûna avê dest pê kir, di roja 6'an de ye. Hate ragihandin ku doh jî 3 xwepêşandêr hatine kuştin. Hejmara kesên ji destpêka xwepêşandanan ve hatin kuştin gihîşt 6 kesî.

Li parêzgeha Xûzistanê ya Îranê ji ber bê avî yê û bêxemiya berpirsên rejîma Îranê welatiyan bi xwepêşandanan nerazîbûn nîşan dan. Xwepêşandan Dİ 15’ê Tîrmehê destpê kir û îro jî dom kir.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên fermî yên rejîma Îranê di encama destwerdana hêzên ewlekariya rejîmê de di xwepêşandanên doh de 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Di dîmenên xwepêşandanan de dengê dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê tê bihîstin. Her wiha hate zanîn ku li paytexta Îran Tehranê jî xwepêşandan çêbûye û li wir jî gel li dijî rejîma Îranê dirûşme berzkirin e.

Di rojên destpêkê yên xwepêşandanan de li Xûzistanê 3 xwepêşandêr ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn qetilkirin.