Li Îranê di ‘protestoyên avê’ de kesek hate kuştin

Li eyalata Khûzestanê ya li başûrê rojavayê Îranê di protestoyên tunebûna avê de herî kêm kesek hate kuştin.

Li bajarê Shadeganê di çalakiyên protestoyê de leşkeran gule li çalakgeran reşand û kesekî ji eşîreke Ereban hate kuştin.

Waliyê eyaleta Khûzestanê Omîd Sabrîpoûr jî diyar kir ku di dema çalakiyan de kesek hatiye kuştin.

Li Îranê ji ber ku baran nabare çandinî û xwedîkirina heywanan gelekî zehmet bûye. Ji ber ku ava di bendavan de jî kêm bûye, av û elektrîk tê birîn.

Çalakgeran diyar dikin ku rejîma Îranê berpirsê qutkirina av û ceryanê ye.