Lehiyê li Evûstûryayê jî da

Piştî Elmanya û Belçîkayê lehî li Evûstûryayê jî rabû. Li ser medyaya dîjîtal dîmenên vê karesatê hatin belavkirin.

Li Evûstûryayê jî lehî rabû. Bi taybetî herêmên Salzboûrg û Tyrollê gelek cih di bin avê de man.

Niha niha kes nemiriye lê polîsên herêmê diyar kirin ku rewş krîtîk û dramatîk e.

Li eyaleta Salboûrgê bajarê Halleînê di bin avê de ma. Di dîmenan de tê dîtin sê kes ber avê dikevin û rizgar dibin.

Lehiyê xisareke mezin da rojavayê Ewropayê. Ji ber lehiyê li Elmanyayê herî kêm 156 kes û li Belçîkayê jî 27 kes mirin.