Li Çînê karesata lehiyê: Herî kêm 12 kes mirin

Li Çînê ji ber lehiyê herî kêm 12 kes di metroyê de jiyana xwe ji dest dan. Serokkomar Şî Cînpîng banga seferberiyê kir.

Li bajarê Cengcoû ku nifûsa xwe 10 milyon kes û bi 700 kîlometreyî li başûrê Pekînê ye, rewşeke mîna kaosê rû da.

Barana salekê di nava sê rojan de li vî bajarê ku paytexta eyaleta Henanê ye, bariya. Artêşa Çînê hêz şand bajêr.

Şaredariya Cengcoûyê ragihand ku ji sibeha Sêşemê û pê ve herî kêm 200 hezar kes hatine veguhastin û lehiyê bandor li 36 hezar kesî kiriye.

Ba û baranê kir ku metroya Cengcoûyê di nava avê de bimîne. Li metroyekê 12 kes ji ber lehiyê mirin, 5 kes birîndar bûn.

Meteorolojiyê di asta sor de alarm da. Li gorî Rojnameya Gel ku organa weşanê ya Partiya Komunîst a li desthilatdariyê ye, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê xanî hilweşiyan. Di dîmenên televîzyona cemaweriyê CCTV de jî hate dîtin ku strasyoneke metroyê di nava avê de maye.

Serokkomar Şî Cînpîng li dijî şert û mercên nebaş ên hewayê banga seferberiyê kir.