Îddîaya ku wê ‘YE li hemberî Tirkiye û Rûsyayê leşkeran bişîne Lîbyayê’

Hate îddîakirin wê Yekîtiya Ewropayê li hemberî Rûsya û Tirkiyeyê yên ku naxwazin ji Lîbyayê derkevin wê yekîneyên leşkerî bişîne.

Medyaya EU Observer nûçeyeke taybet pêşkêşî aboneyên xwe kir û bal kişand ser belgeyeke veşartî ya YE a derbarê Lîbyayê amade kiriye.

Li gorî nûçeyê Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku mîsyona leşkerî bişîne Lîbyayê.

Eûobserverê got “Yekîtiya Ewropayê ji bo ku qayîşê bi hêzên biyan ên li wir re bikişîne, planên bicihkirina mîsyona leşkerî dike.”

Belgeya veşartî ya ku dîroka wê 1’ê Tîrmehê ye, balê dikişîne ser vî tiştî ku YE diyar dike divê li Lîbyayê bi lezgînî ‘operasyonên’ berfireh were kirin. Hedefa fermî jî ev e ku dawî li çek û bazirganiya mirovan bîne.

Şefa Servîsa Çalakiyên Derve ya Ewropayê Nabîla Massralî roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku di nav planên YE tuneye ku ew mîsyona leşkerî bişîne ji Lîbyayê re.

Di sala 2016’an de jî Reûtersê xwe spartibû belgeyeke veşartî û diyar kiribû dibe ku operasyoneke leşkerî pêk were.