Îranê muzakereya pevguherînê ya girtiyan a li gel DYE’yê piştrast kir

Berdevkê Hikûmeta Îranê Alî Rebîî piştrast kir ku li gel Washîngtonê têkildarî mijara pevguherîna girtiyan di nava muzakereyê de ne.

Sefîrê DYE’yê Robert Mîlley ê roja Şemiyê ji qenala NBC News re axivî, ragihand ku Serokê DYE’yê Joe Bîden di mijara berdana hemû girtiyên li Îranê îrar dike û got ku ‘lihevkirina qismî’ qebûl nakin.

Mîlley diyar kir ku berdana girtiyan karê ‘ewil e’ di mijara muzakereya li gel Îranê de diyar kir ku ‘hinek pêşketin’ hene.

Li ser gotinên Mîlley, Berdevkê Hikûmeta Îranê Alî Rebbî muzakere piştrast kir û anî ziman ku Tehranê daxwaz kiriye ku ne tenê li DYE’yê daxwaza berdana hemû welatiyên Îranî yên li derveyî welat bên berdan.

Rebîî got: “Di vê mijarê de muzakere didomin. Ji bo hemû Îraniyên li cîhanê hatine girtin, bê azadkirin, amade ye ku hemû mehkûmên siyasî pevbiguherin.” Rebîî destnîşan kir ku di nava yên girtî Îranî de jî ‘yên bi fermana DYE’yê hatine girtin jî’ hene.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê jî, Berdevkê Wezreta Karê Derve Saîd Hatîbzadeh di daxuyaniya roja Yekşemê dayî de, ji bo Wezîrê Karê Derve Cevad Zarîfî ‘plana pevguhertina hemû girtiyên Îranî û Emerîkayî pêşkêş’ kiriye.