Hejmara koçberên xeniqîn, salekê bi du qatî zêde bû

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) hejmara koçberên ku li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîn di nava salekê de bi du qatî zêde bû.

Li gorî daneyên ji aliyê IOM'ê ve hatin weşandin, di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de herî kêm 1146 kes li deryayê xeniqîn. Sala 2020'î di heman demê de 513, sala 2019'an jî 647 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Dane nîşan dide ku hejmara koçber û penaberên li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîne bi du qatî zêde bûye.

Di rapora IOM'ê de hate gotin, "Rêxistinên lêgerîn û rizgarkirinê yên sivîl li gelek astengiyan rast hatin. Gelek ji keştiyên wan, ji ber desteserkirinê û cezakirina personelên wan li bendergehên Ewropayê asê man."

Sekreterê Giştî yê IOM'ê Antonîo Vîtorîno got, "IOM dubare bang li dewletan dike, ku ji bo kêmkirina mirina mirovan li deryayê û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên hiqûqa navneteweyî tedbîrên lezgîn û proaktîf werbigirin."

Di nava şeş mehên derbasbûyî de tenê li Derya Spî 896 kes xeniqîn. Ev jî li gorî sala derbasbûyî tê wateya zêdebûna ji sedî 130'î. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan; li Derya Spî a Navîn 741 kes, li Rojhilatê Derya Spî jî 149 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 kesên ji Tirkiyeyê bi rê ketin û hewl dan xwe bigihînin Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dan.