Li Lîtvanyayê biryara ji bo destgîrkirina koçberên qaçax

Parlamenta Lîtvanyayê doh projeyek pejirand ku koçberên bi qaçaxî were vî welatî dikarin bêne destgîrkirin.

Parlamenta Lîtvanyayê doh projeyek pejirand ku koçberên bi qaçaxî were vî welatî dikarin bêne destgîrkirin.

Bi rêya vê biryarê tê xwestin ku bi taybetî pêşî li pêla koçberan a ji Belarûsê bê girtin.

Li parlamenta ku 141 endamên xwe hene, 84 paramenteran dengê 'erê' dan projeyê.

Di serî de Xaça Sor gelek rêxistinên civakî yên sivîl li ber qanûnê rabûn. Her wiha bang li Lîtvanyayê kirin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere ku bi xwe jî mohr kiriye.